• Friday, 17 May 2024
logo

Li Besra teqîn: 50 mirî

Gulan Media January 14, 2012 Nûçe
Li Besra teqîn: 50 mirî
Îro li Behsa teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 50 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyek ji pijîjk û hêzên ewlekariyê yên İraqê ragihand ku di encama teqîna îro (14.01.2012) ya li Besra de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyek ji Nexweşxaneya Sedir a li bajarê Besra got: “Li gor statîstîkên despêkê 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Birîna hinekan girane û dibe ku hêjmara miriyan zêdetir bibe.” Piştî vê daxuyaniyê hat diyarkirin ku hêjmara kesên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane, gihaye 50 kesî.

Di vê derbarê de çavkaniyekî ewlekariyê diyar ziyaretgehên Şîeyan bûne armanca teqînan. Li gor agehdariyan di nava kesên jiyana xwe ji dest dayîn de, jin û zarok jî hene.

Piştî teqînê hêzên ewlekariyê derdora bûyerê dorpêçkirin û dest bi lêkolînê kirin.

Rudaw
Top