• Friday, 17 May 2024
logo

“Babekir Zêbarî nehatiye dûrxistin”

Gulan Media January 14, 2012 Nûçe
“Babekir Zêbarî nehatiye dûrxistin”
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê nûçeya dûrxistina Serok Erkanê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji posta wî ji hêla Serokwezîr ve, derewand.

Şêwrimendê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên Herêma Kurdistanê Adil Berwarî ji AKnewsê re daxuyand, “Çend dezgehên ragihandinê yên navxwe behsa dûrxistina Babekir Zêbarî dikin ku qaşo Serokwezîr fermana dûrxistina wî ji posta Serok Erkanê Artêşa Iraqê daye.”

Berwarî tekîd kir ku ew nûçe ji rastiyê dûr e û ti bingiheke wê tune ye, Babekir Zêbarî di posta xwe de maye.

Berwarî amaje kir ku Zêbarî muhleta fermî wergirtiye û serdana derveyî Iraqê kiribû, niha jî muhleta wî qediyaye û vegeriya ye, biryar e sibê vegere cihê xwe û dest bi dewama xwe ya asayî bike.

AKnews
Top