Mîrê Qeterê pêşniyaz kir hêzên ereb biçin Sûriyê
Mîrê Qeterê Şêx Hemd bn Xelîfe Al Sanî ev axaftin di hevpeyvîneke televizyonî de kir ku CBS TV ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) pê re çêkir û ew ê îro bê weşandin.
Pêşniyaza Mîrê Qeterê di bersiva pirsekê de hat ku tê de jê pirsî ew piştgiriya destêwerdana dewletên ereb di aloziya Sûriyê dikin yan na, wiha jî ew yekem lîderê ereb ku daxwazeke wiha dike.
Aknews