Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye kir
Li hevdîtinê de, ku birêz Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê amadebûn, di derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiye û guhertinê siyasiyên li navçeyê û pêşketinên dawiya wê tengasiya ku li ser pêvajoya siyasiya Iraqê de hatiye hate guftûgokirin.
Serok Barzanî girîngiya karkirina hevbeşiyê ya ji bo geşkirina pêwendiya di navbera her du aliyan û çareserkirina hemû meseleyên li ser bingeha hevdû têgihîştin û diyalog û pêşxistina aştiya li navçeyê da dûpatkir. Li vî derbarî de Serok Barzanî balkişand li ser wê ezmuna nîşandane ku karê serbazî û çekdarî ne çareseriya pirsgirêkane, belku bi diyalog û pabendbûna nirxên demokrasiyan digihin çareseriyê.
Li beramber da birêz Sinirlioglu ji bilî tekezkirina li ser girîngiya hevdû têgihiştina pêşketinên niha ya navçeyê, peroşiya Hikûmeta Tirkiye ya li alîkarî û karê hevbeşên ji bo geşepêdana pêwendiyên di navbera her du aliyan de ji bo Serok Barzanî dûpatkir.
Sebaret bi tengasiyê siyasiyên Iraqê jî Serok Barzanî û Sinirlioglu li ser çareserkirina pirsan ya bi awayekî aştiyane û pabendbûna bi destûr û hevbendiya rasteqîne ya li birêvebirina welat da hevre bûn.