• Friday, 17 May 2024
logo

Leyla Zana: Bi rêbazên Seddamî nikarin civakê biçewisînin

Gulan Media January 14, 2012 Nûçe
Leyla Zana: Bi rêbazên Seddamî nikarin civakê biçewisînin
Parlementera Amedê Leyla Zana der barê serdegirtina mala xwe ya ku kirê girtibû de got; “Ev tê wateya împeretoriya tirsê. Gelo dê bi vê rêbaza Seddamî hemû civakê biçewisîne?”

Piştî ku Serowezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Leyla Zana kir hedef, polîsan bi ser mala Leyla Zanayê de girtin. Zana ku ne li malê bû, li Balafirgeha Stenbolê axivî

Zana got; “Sedema windabûna hemû hêviyên aşitiyê yên piştî hilbijartinê, Serokwezîr e” û wiha domand; “Bi qewitandina kurdan, hewl da ku bi çewisandina daxwazên kurdan ên ji bo mafên wan, rojevê biguherîne. Beriya niha jî bi ser malên me de girtin. Beriya du rojan ez kirim hedef û got, “Bila derbikeve çiyê”. Em ji bo meseleya çekan herî dawî biaxivin.”

Zana got; “Ji bo meseleya ewlekariyê jî, ez li bendê bûm ku Serokwezîr bêje ‘çek ne ewlekarî ye. Hiqûq ewlekarî ye. Sîgorata jî demokrasiya ku ez ê çêbikim e.”

Zana got; “ Her çendî îro li malên me lêgerîn pêk tînin, jî lê ne pir dereng e. Li pêşiya me firsendek heye. Qebûlkirina vê otorîteriya Serokwezîr tu carî nayê qebûlkirin.”

Zana got; “Em di gelek ezmûnan re derbas bûn. Bila ne rêya girtîgehan nîşan bide, bila çareserî bîne. Ger îro general jî ji sucê terorîzmê têne darizandin, ev yek ji vê pirsgirêkê ye.”

Zana got; “Ez dibêjim şerm e” û der barê sedema lêgerîna li mala xwe de jî got; “Mal amin a şexsî tune ye. Kesek nêzîkî min wê malê girtiye. Me kirê girtiye. Bila lê bigerin. Ez hilbijartiyek a vî welatî me, ez ê xebatên xwe bidomînim.”

ANF
Top