• Friday, 17 May 2024
logo

Sûriyê: 26 kes hatine kuştin

Gulan Media January 14, 2012 Nûçe
Sûriyê: 26 kes hatine kuştin
Çalakvanên Sûriyê ragihandin ku di xwepêşandanên duhî yên dijî rejîma Beşar Esed de, 26 kes hatine kuştin.

Duhî, di bin navê “Îna Piştgirîkirina Artêşa Sûriyê ya Azad” de, bi dehan hezar kes li seranserê Sûriyê xwepêşandanên xwe yên dijî rejîma Esed domandin.

Xwepêşandan li parêzgehên wek Hims, Hema, Idlib, Laziqiye, Hesekê, Dêrezor, Heleb, Dîmeşq, Dera û Tertûsê derketin.

Li gorî nûçeya BBC, Desteka Giştî ya Şoreşa Sûriyê ragihand ku duhî, 16 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê li Idlib, Hims, Dêrezor, Heleb û derdora Dîmeşqê hatine kuştin.

Çalakvanên Sûriyê aşkere kirin ku li bajarokê Seraqib ê bi ser parêzgeha Idlibê ve, 10 leşkerên ku ji rejîmê cuda bûne di encama şer û pevçûnekên digel hêzên ewlekariyê de hatine kuştin.

Ji bal xwe ve, Komîteyên Hevahengiya Navxwe ragihand ku di encama topbarankirina her du bajarokên Zebedanî û Medaya yên li derdora Dîmeşqê de, hejmarek kes birîndar bûne.

Çavkaniyên opozisyona Sûriyê jî aşkere kirin ku pêwendiyên digel her du bajarokan hatine qutkirin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên Sûriyê di adara borî de, bêtirî 6 hezar kes hatine kuştin.

AKnews
Top