Endamên Lîjneya Çavdêr ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin gulebaran kirin
Li dema endamên Lîjneya Çavdêr ya Erebî karê xwe li bajarê Erbîn dikirin û gelek xelkên sivîl li dora wan gihane hev, hêzên Sûriyê bi tirimbêlên leşkerê û guleyan êrîş kirin. Endamên Lîjneya Çavdêr jî, neçar dibin bajêr terk bikin.
Ji aliyekî din ve li gorî hemen jêderê (Al Arabiya), Yekîtiya Neteweyî daxuyaniyek da ku, dibe pisporên mafê mirovan hindek endamên Lîjneya Çavdêr perwerde bikin bi mebesta alîkar bin di xwendina mercên Sûriyê de.
Avestakurd