Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê berê yê Serok Komarê Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de di derbarê pêvajoya siyasiya niha û çawayiya çareserkirina tengasiya siyasî û derbasbûna ji astengan û aramiya li welat da danustandina bîr û ramanan kirin.
Li vî warî de tekez li ser pêwîstiya rêkkeftina hemû aliyê Iraqiyan li ser pêvajoya nîştimanî û cîh bi cîhkirina rêkkeftina siyasiyan û pabendbûna bi destûr û hevbendiya rasteqîneya hemû pêkhatan li birêvebirina welat de kirin.