• Sunday, 19 May 2024
logo

Hisên Esedî bi fermî lêborîna xwe ji Talebanî xwest

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Hisên Esedî bi fermî lêborîna xwe ji Talebanî xwest
Parlamenterê Dewleta Yasa Hisên Esedî bi riya Hevpeymana Kurdistanî, bi fermî lêborîna xwe ji serokkomar Celal Talebanî xwest.

Her weha şandeya Fraksyona Hevpeymana Nîştimanî ya Êraqê ku serdana Hevpeymana Kurdistanî kiriye, bi serokatiya Xalid Atiye, Beha Erecî, Ednan El-Şimhanî, Elî Elaq, Heyder Abad û Hisên Esedî pêk hatibû.

Derbarê wê mijarê de, Esedî da zanîn ku ji bo lêborîna xwe ji serok Mam Celal bixweze, ew ê biçe Silêmaniyê da ku ji nêz ve û bi fermî ji serokkomar Celal Talebanî, lêborîna xwe bixweze.

Ji aliyê xwe ve, Hisên Esedî ragihand ku ne ji niyeta wî bû ku êrişî kesayetiya rêzdar Talebnî bike, Talebanî sembolek ji semolên Êraqê ye, lê yekser Xalid Atiye jê re got na, ew sembola yekemîne ji sembolên Êraqê ye.

Esedî di dawiya gotina xwe de, got:” Serok Talebanî li ba min û li ba her Êraqiyekî gelek ezîz û hêjaye.”

PUKmedia
Top