• Sunday, 19 May 2024
logo

Hevseroka BDP’ê: Komkujî bi plan hate kirin

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Hevseroka BDP’ê: Komkujî bi plan hate kirin
Duh bi şev Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) li ser komkujiya Qilebanê ku 19 jê zarok 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû civiya. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşir Atalay derbarê bûyerê de agahî da. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak got, komkujiya Qilebanê di çarçoveya planekê de li pêşçavan hatiye kirin.

Di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê ya duh bi şev de ku televizyona Parlmentoyê bi zindî weşand, derbarê komkujiya Qilebanê de gengeşî rû da. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşir Atalay got: “Bûyer qezayeke operasyonê ye.”

Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Gultan Kişanak jî diyar kir ku ew dixwaze bang li xwedî wijdanan bike û wiha pêde çû: “Ev komkujî li pêş çavê herkesî û di çarçoveya planekê de hate kirin. Tu derew nikare vê rastiyê veşêre.”

Kişanak di berdewama axaftinên xwe de got: “Bi salan e li ser sînorê Sûriye û herêmê bo nanê rojane û debara malê çûnhatina gundiyan çêdibe. Ev yek her tim li pêş çavê qereqol û leşkeran dibe, lê niha dibêjin ‘Me nedizanî, me got qey terorîst in, qezayek operasyonê ye.’ Ma wijdana we ewqas kor bûye, ji mirovatî hun ewqas dûrketine. Ev 90 sal in ku di bin navê ‘hemberî terorê têkoşîn’ çi komkujî nema ku we bi ser vê xakê nekiriye. Ger bi vê yekê hûn dixwazin çavê gelê kurd bitirsînin, hunê di bin vê komkujiyê de bimînin.”

Cîgirê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Oktay Vural jî di heman rûniştinê de got: “ PKK hemû derfetên xwe yên aboriyê bi qaçaxiyê dest dixe û divê têkoşîna hemberî vê bi hemû derfetên dewletê bête kirin. Dewleta ku nikare qeymeqamê xwe biparêze dê çawa welatiyên sivîl biparêze?”

Rudaw
Top