• Sunday, 19 May 2024
logo

Nivîskarekî Urdinî: Gelo bihara kurdan dest pê dike?

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
Nivîskarekî Urdinî: Gelo bihara kurdan dest pê dike?
Sernivîskarê rojnameya Urdinî, Reyê Mihemed Xerrubderbarê bûyera Qilebanê ku 19 jê zarok 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû de şîroveyak balkêş weşand û destnîşan kir ku, kurd ji dewletê lêborîna resmî dixwazin û PKKê jî banga serhildanê kiriye.

Mihemed Xerrub di berdewama gotara xwe de dibêje: “Siyaseta ‘Sifir problem’ a hikûmeta Erdogan têk çû. Sedema vê jî li gorî berjewendiyên xwe li pirsgirêkan dinêrin û ser welatên dîtir zextan dikin. Hemberî bûyerên Sûriyeyê zimanekî pir tund bikaranîn û dijberên rejîmê li Tirkiyeyê civandin.”

Xerrub di nivîsa xwe de dest nîşan dike ku her çiqas Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinan de nekariye ji sêyan 2’ê Parlamentoyê têxe dest xwe jî, ji raya giştî sedî 50 deng girtiye. Lê ji bo bikaribe artêşê bixe di bin kontrola darazê û destûra nû ji Parlamentoyê derbas bike, divê serî li koalîsyonan bide.”

Nivîskarê Urdinî wiha dawî li gotara xwe tine: “Kurdan jî bi rêya BDPê serkeftineke mezin bi dest xistin. Li Amedê piraniya kursiyan ketin destê kurdan. Li hemberî vê AKPê ji naskirina kurdan dûr ket. PKK jî serî li rêyên leşkerî da û ev yek jî bû sedema şerekî dijwar. Piştî êrişa hewayî ya Qilebanê, hikûmeta Tirkiyeyê ji pêbaweriya xwe gelek tişt winda kir… Gelo li Tirkiyeyê bihara kurdan a pêşwext dest pê dike? Rojên pêş dê vê jî nîşan bidin…”

Rudaw
Top