• Sunday, 19 May 2024
logo

Baydemîr 21 daxwaz pêşkêşî Gul kir

Gulan Media January 4, 2012 Nûçe
Baydemîr 21 daxwaz pêşkêşî Gul kir
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osma Baydemîr, bi Serokomarê rejîma Tirkiyeyê Abdullah Gul re rûnişt.

Baydemîr, di hevdîtina bi Gul re bal kişand ser Komkujiya Roboskiyê ya li Qilebana Şirnexê û xwest pêkanînên serdemên berê neyên dubarekirin. Baydemir, anî ziman ku tenê rêya çareseriyê muzakere û diyalog e.

Serokomar Abdullah Gul, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osma Baydemîr û heyeta pêre li Koşka Çankayayê qebûl kir.

Ziyaretê bi qasî saet û nîvekê berdewam kir. Piştî ziyaretê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, diyar kir ku ji bo Sûrên Amedê bên parastin û restorekirin bi Gul re hevdîtin pêk anî û wiha got: "Me der barê parastina Sûrên Amedê de raporek pêşkêş kir. Ji bo Sûrên Amedê bên parastin û li gorî rol û mîsyona xwe xizmetê bike me rapor pêşkêş kir. Me disaü li ser geşedanên rojane sohbet kir. Di sedsala 21'an de divê canek jî neyê kuştin. Em naxwazin canek jî têkeve axê. Çareseriya vê pirsgirêkê muzakere û diyalog e. Parvekirin û aştî ye. Divê em ji geşedan û serpêhatiyên berê dersê derbixin û rêbazên berê bikar neyînin. Divê em rêbazên berê ji dewrê derbixin."

Baydemîr, di hevdîtinê de 21 daxwaz pêşkêşî Serokomar Abdullah Gul kir. Baydemîr daxwazên pêşkêşî Serokomar kir wiha rêz kir:

"* Ji bo Sûrên Amedê û avahiyên nava sûrê li gorî cewher û mîmariya xwe bên parastin me xwest bi tevahî li gorî cewherê wê bê restorekirin. Me xwest çalakiya lezgîn a 3 salan bê amadekirin.

* Divê Wezîrê Çandê sala 2013'an sala ‘Sala Sûrên Amedê’ îlan bike û di qada navneteweyî de îlan bike.

* Divê 21 bûrcên wêran bûye bi lezgîn bên restorekirin. Divê 50 bûrcên din jî bên haqijkirin.

* Divê hemû projeyên têkildarî sûrê tên amadekirin rêveberiyaherêmî jî di navde cih bigire.

* Divê avahiyên dîrokî ên gelek qat ji aliyê Vakfa Mulkiyeyiyê ve bê parastin û paqijkirin.

* Divê Midûriyeta Herêma Vakifan sulîeta Sûka bin erdê ya Celal Guzelses ku li pêş Mizgefta Mezin hatiye avakirin bê hilweşandin.

* Divê ji bo Çiftehanê proje bê amadekirin û bê restorekirin.

* Divê ji bo avahiyên mîmorî bên parastin û restorekirin. Bi rêveberiya herêmî re xebat bê meşandin.

* Divê 1531 avahiyên bilind bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û TOKÎ'yê li gorî mimarya sûrê bê restorekirin û parastin. Qad divê wekî sîtê bê îlankirin.

* Divê li taxa Şehitlikê û Benusenê 1160 şevnişîn bi alîkariya TOKÎ ji nûve peyzaja wan bê çêkirin û rastkirin.

* Divê warên çandî ji aliyê Wezîrê Çanve bên parastin.

* Divê di çarçoveya Geliyê Çemê Dîcleyê de ji aliyê DSÎ'yê ve li ser Çemê Dîcleyê 2 regulator bên avakirin.

* Divê li ser Geliyê Çemê Dîcleyê Tesîsên Sporê yên Avê, Parkên Botanîk û Golên avê bên çêkirin.

* Divê Wezareta Çand û Baweriyê di sala 2010-2023'an de Amedê têxe nava projeya Plana Stratejik a Çand û Bajarên Marka û nexyenên çand û baweriyê bên parastin.

* Divê warên dîrokî ji aliyê Serokomar ve bên parastin.

* Divê Balafirgeha leşkerî ji trafîka navneteweyî re bê vekirin û balafirgeh bibe qada sivîl.

* Divê rêya derdorê ya Xerpêt Farqîn, Mêrdîn Farqîn ji aliyê Midûriyeta Rêyên Bejayî ve bê sazkirin.

* Divê Midûriyeta Rêyên Hesin projeya Trêna bi lez têxe meriyetê.

* Divê otel bên çêkirin.

ANF
Top