Mistefa: Bexdayê rizamendî da konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê vebe
Felah Mistefa, got, hikûmeta Bexdayê li ser vekirina konsulxaneya Îmaratê li bajarê Hewlêrê rizamendî nîşan da.
Mistefa, diyar kir, hikûmeta herêmê bi fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat agahdarkirin ku vekirina konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê hatiye qebûlkirin û dê demek din amadekariyên vekirina konsulxanê bê kirin.
Bi vekirina konsulxaneya Îmaratê, hejmara konsulxane û nûnertiyên welatên biyanî li Kurdistanê dibe 25.
AKnews