• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Zaxoyê bombeyekî tirkan kalekî 70 salî kuşt

Gulan Media January 4, 2012 Nûçe
Li Zaxoyê bombeyekî tirkan kalekî 70 salî kuşt
Li gundekî girêdayî Zaxo, welatiyek ji ber teqîna bombeyekî Tirkan jiyana xwe ji dest da.

Reşîd Ebdulezîz rûniştvanekî qezaya Zaxo ye û ji Rûdawê re got: “Duh êvarî welatiyek bi navê Heysem Ehmed Ezîz (70) li gundê Marsîsî yê girêdayî qezaya Zaxo destkariya bombeyek neteqiyayî ya ketî nava zeviya xwe kir. Di encamê de ew bombe teqiya û wî welatiyî jiyana xwe ji dest da.”

Bombeya ku Heysem Ehmed pê hatî kuştin, bombeyekî Tirkî ya ji corê Mîsket bû. Di sala 2000’an de balefirên şer ên Tirkiyê di dema bombebarankirina sînorên Herêma Kurdistanê de avêtibû navçeyê, lê neteqiya bû.

Reşîd di dawiya axaftinên xwe de got: “Çend zarokên Heysem hene û li Zaxoyê dirûne. Lê bi berdewamî diçû rez û baxê xwe yê li gundê. Dema duh ew bombe dît, destkarî kir û ji ber teqîna wê jiyana xwe ji dest da.”

Rudaw
Top