• Sunday, 19 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman kir

Gulan Media January 4, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman kir
Duh sêşem 03/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, bi têrûtije behsa pêvajoya îro ya Iraqê û ew tengasiyê siyasiyên ku ev demeke li Iraqê serîhildaye û paşaroja pêvajoya siyasî û arasteya rûdawan û nakokiyên di navbera her du Lîsteya Dewleta Yasa û El Iraqiye û perawêzkirina pêkhatan li çarçêweya senaryoyên piştî vekişana hêzên Emerîka hate nirxandin.

Serok Barzanî helwesta Herêma Kurdistanê bi eşkere li ser van pirs û sedeman xisterû. Heman demî de tekez li ser surbûna serkirdayetiya siyasiya Herêmê ya ji bo parastina ezmûna serkeftiya Herêmê û girîngidana peydakirina çareseriyek ji bo tengasiya vê dawayiya Iraqê kirin ku xwe li bestina kongreyekî nîştimaniya berfireh dibînê ku hevbendiya rasteqîne û pabendbûna bi destûr û rêkkeftinên Hewlêrê bixe warê kiryaran de.

Li beramber da Senatorê Emerîkî Joseph Lieberman piştevaniya xwe û Senatorên Emerîkî ji bo Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanê dûpatkir û ragihand ku ew xweşhalin bi pêşketin û geşbûnên Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka jî pabende bi pabendên xwe yên beramber bi Herêma Kurdistanê û hêvî xwest li paşarojê de Emerîka pêwendiyên li gel Herêmê bi navê sûd û berjewendiya her du aliyan li warên cûr bi cûr da zêdetir pêşbixe.

Her li vê hevdîtinê de rewşa îro ya rojhilata navîn hate nirxandin û tîşk xistin li ser pêvajoya hinek ji welatên navçeyê.
Top