• Sunday, 19 May 2024
logo

Rêxistinên Sivîl ên Herêma Kurdistanê name ji Erdogan re şandin

Gulan Media January 3, 2012 Nûçe
Rêxistinên Sivîl ên Herêma Kurdistanê name ji Erdogan re şandin
Federesona Rêxistinên Civaka Sifil ên Herêma Kurdistanê çûn sefaretxaneya Tirkîyê ya li Hewlerê. Saziyên sivîl ji Serokwezîrê Tirkîyeyê Erdogan re name şandin û komkujî şermezar kirin.

Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, bi boneya komkujiya li gundê Roboskê şermezar bikin, li sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kom bûn û nameyek ji Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan re şandin. Serokê Federesyona Rêxistina Civakên Sivîl ku nûnerên 200 saziyên sivîl dike, Ednan Enwer Beg daxuyanî da. Enver Beg, anî ziman ku wan bi sefaretxaneya Tirkiyeyê re havdîtin kirin û nerazîbûna xwe.nîşandaye

Enwer Beg, da zanîn ku wan komkujî şermezar kir û wiha got: "Me nameya şermezarkirina komkûjiya Roboskiyê ji Erdogan re şand. Ger ku ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazin dê gelê kurd wan efûbike. Divê deweleta tirk lêbûrînê ji gelê kurd bixwaze. Divê derbarê kesên komkuji pêk anîne de dozê vekin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê hesabê vê yekê bide. Me di nameyê de xwest ku hikûmet vê komkujiyê ronî bike û hesab bipirse.”

Rudaw
Top