• Tuesday, 23 July 2024
logo

Nivîskar Marûf Xeznedar çû ber dilovaniya xwedê

Gulan Media October 26, 2010 Nûçe
Nivîskar Marûf Xeznedar çû ber dilovaniya xwedê
Nivîskar û mamostayê zanîngehê yê navdar Pro.Merûf Xeznedar li nexweşxaneya Şîfa ya li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê çû ber dilovaniya xwedê.

Pro. Merûf Xeznedar di sala 1930ê de ji binemaleke dewlemendên bajarê Hewlêrê ji dayîk bûbûn, gelek berhemên wî yên wêjeyî û vekolînên dewlemend di warê edebiyata kurdî de hebûn.

Pro.Marûf Xeznedar wek kesekî şareza û bi şêweyek ekadîmîk xizmeta Ture û edeb û zimanê kurdî kir û piştî temenekî dirêj di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de, di 80ê saliya xwe de koça dawiyê kir.

Em bi navê Gulan-Mediya bo Mamostayê nemir Marûf Xeznedar, dilovanî û bo malbata wî sebir û aramiyê dixwezin
Top