• Tuesday, 23 July 2024
logo

Di kongreya HAK-PARê de federasyon hat xwestin

Gulan Media October 24, 2010 Nûçe
Di kongreya HAK-PARê de federasyon hat xwestin
4emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HAK-PARê, di Salona Kongreyê ya Odeya Mihendisên Avedaniyê ya Enqereyê de hate lidarxistin. 450 nûner beşdarî kongreyê bûn û salona kongreyê bi pankartên wek “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê jê nayê gerîn e”, “Çereseriyeke wekhev bi awayeke demokratîk û aştiyane” û alayên partiyê hate xemilandin.

Di kongreyê de, Serokê Giştî Bayram Bozyel axivî û got, bi hilweşandina sîstema Sedam Husên û bo kurdan sazbûna statuya federalî re, rûxandina sîstema ku li Rojhilata Navîn dijî kurdan hatibû damezrandin dest pê kir.

Bozyel got, guherînên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, ser Tirkiyeyê jî bandora xwe dikin û di serî de gelê kurd, civaka Tirkiyeyê di vê guherînê de rol digre. Bozyel destnîşan kir ku, tasfiyekirina PKKê, ser çareserkirina pirsa Kurd tesîreke erênî nake û pirsgirêk tenê li ser wekhevî û bi rêbazên aştiyane çareser dibe.

Bozyel got, li gorî pirnetewebûna Tirkiyeyê, çareseriya rasteqîn fedarasyon e û domand, “Federalîzm, di nava yekitiyê de wekhevî ye. Federalîzm, di bin banê yek dewletê de cihê mayîn û xwestina jiyaneke wiha ye.”

Kongreyê, bi axaftina mêvan û xwendina rapora xebatê dom kir û hilbijartinên Serokê Giştî, Meclisa Partî û Desteya Disiplînê dê bêne kirin. Serokê Giştiyê niha Bayram Bozyel, wek tek namzet beşdarî hilbijartinê dibe.

Ji AK Partiyê parlamenter Salih Kapusuz, İhsan Arslan, Abdurrahman Kurt, ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Hemit Geylanî, Arîkara Hevseroka BDPê Hatice Çoban, Serokê Giştiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) Ziya Halis, Serokê Giştiyê Partiya Demokrasiya Beşdarker (KADEP) Şerafettin Elçi, Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) yê Enqereyê Omer Mîranî û nûnerên partiyên kurd ên Sûriye û Îranê beşdarî kongreyê bûn. Arîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arınç jî bo kongreyê mesaj şand. AKnews
Top