• Tuesday, 23 July 2024
logo

C.Yawer: 4 lîwayên din ên hêzên pêşmerge tên pêkanîn

Gulan Media October 16, 2010 Nûçe
C.Yawer: 4 lîwayên din ên hêzên pêşmerge tên pêkanîn
Cebar Yawer Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand ku ew niha mijûlî pêkanîna 4 lîwayên din ên pêşmerge ne.

Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji Aiansa Kurdistan newsê re got, “Em niha lêdixebitin ku 4 lîwayên din ên pêşmerge pêk bînin. Ji bo vê armancê jî me çend civîn pêk anîne û ji bo diyarkirina statû, binke, baregeh, efser û pêşmergeyên wan lîwayan û dabînkirina budceya wan çend komisyon pêk anîne."

Yawer da zanîn ku hefteyek berê wan bi armanca dabînkirina budceya wan lîwayan di gel Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê civînek pêk aniye. Her weha digel Fermandariya Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Iraqê jî gotûbêj kirine da ku di perwerde û rahênana wan lîwayan de hevkariya wan bikin.

Hêjayê gotinê ye Serokerkanê Iraqê Babekir Zêbarî di hevpeyvîneke xwe de derbarê pirsgirêkên navbeyna Bexda û Hewlêrê yên li ser pêşmerge de ragihandibû, du sal berê bi beşdariya herdu aliyan komîsyoneke hevbeş a payebilind hatiye pêkanîn ku ew bi xwe endamê wê komisyonê bûye.

Zêbarî gotibû,”Komisyona hevbeş li ser çareserkirina piraniya xalên nakok, encameke erênî hebû lê di meseleya jimareya pêşmerge de herdu aliyan li hev nekirin ku Herêma Kurdistanê amaje bi hebûna 100 hezar pêşmerge û 90 hezar pêşmergeyên xanenişîn dikir, li hember wê jî hikûmeta Bexdayê digot jimareke pir mezin e.”
Top