• Tuesday, 23 July 2024
logo

Endamên BDP’ê bo Roj TVê mangirtin

Gulan Media October 16, 2010 Nûçe
Endamên BDP’ê bo Roj TVê mangirtin
Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê li Wanê, bo derbirîna nerazîbûnê li hemberî hewlên girtina ROJ TV çalakiya rûniştinê li darxist.

Çalakî li Parka Feqiyê Teyran ya li ser Kolana Cumhuriyetê pêk hat, û 3 saetan berdewam bû û Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî tevlê çalakiyê bû.

Li cihên cuda cuda li parka ku çalakî lê li hatî li darxistin, pankartên ku hewldanên girtina ROJ TVê protesto dikin hatin daliqandin.

Cûneyt Caniş Serokê BDPê yê Wanê, daxuyaniyek da û xuyakir ku hihûmeta Danîmarkayê jî derbazî nav wan hewlan bûye ên dixwazin dengê kurdan bibirin, û got ku ew wê yekê yek şermezar dikin.
Top