• Tuesday, 23 July 2024
logo

Dewleta Tirk markeya "KurdFM" nepejirand

Gulan Media September 18, 2010 Nûçe
Dewleta Tirk markeya
Dewleta Tirk ji hêlekê ve xwe hazir dike ku ji bo Kurdan reformên nû çêke, ji hêla din ve jî rê nade ku markeyên bi navê “Kurd” li Tirkiyê bên tescîlkirin. Daîreyên fermî yên Tirk herî dawî destûr nedan ku radyoya “KurdFM” li Tirkiyê wekî markeyeke fermî bê pejirandin.
Xwediyê KurdFMê Agirî Soran ji Rûdawê re got ku wan berî çend mehan li Almanya markeya KurdFM wek fermî li daîreyên berpirsyar dane nivîsandin, “Bi riya parêzerên xwe me hewl da ku li Tirkiyê jî wekî marke navê KurdFM bidine nivîsandin, lê em her dem bi bersivên neyînî re rû bi rû ma ne, ji me re gotin ji ber ku nav kurdî ye em napejirînin.”
Jêder: avestakurd
Top