• Tuesday, 21 May 2024
logo

Hewramî: “petrola Kurdistanê dê Heta 50 salên din hebe”

Gulan Media August 20, 2010 Nûçe
Hewramî: “petrola Kurdistanê dê Heta 50 salên din hebe”
Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li bajarê Hewlêrê wezîrê samanên sirûştî û berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê qala hûrgiliyên berhemanîna petrolê aşkere kirin û paşê bersiva pirsên rojnamevanan dan.
Di destpêka civînê de wezîrê samanên sirûştî Aştî Hewramî bi şêweya data showê qala çawatiya destpêkirina karên destpêkê dîtina petrolê li Kurdistanê kir û got: “Di meha dahatû de li Safgeha Kelekê de bo yekem car gaza şil, benzîna firoke û benzene otomobîlan dê bên berhemanîna û dikare sûdeke zêde bi aboriya Herêma Kurdistanê bigihîne. Safgeha Kelekê bi şêweyekî pir modern û cîhanî hatiye avakirin û birî 400 mîlyon dolarê amerîkî tê çû ye.
Hewramî da zanîn ku niha Herêma Kurdistanê 100 hezar bermîl petrol berhem tîne û kar li ser wê yekê tê kirin ku heta sala 2014’ê berhema petrolê li Herêma Kurdistanê bigihîje 1 mîlyon bermîlan di rojekê de.
Hewramî aşkere kir ku rêjeyeke zêde ya gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê heye û Herêma Kurdistanê bûye beşek ji projeya Nabucoyê ku ev destkefteke mezin bo Herêma Kurdistanê.
Aştî Hewramî got: “Di sala 2009’ê de hikûmeta Herêma Kurdistanê 700 mîlyon dolar bo kirîna gazoilê ji derveyî Herêma Kurdistanê serf dikir bo dabînkirina westgehên elektîrîkê. Di sala 2010’ê de me wê gaze dabîn kiriye û birî wê pereyê jî ji 700 mîlyon dolaran kêm kiriye bo 80 mîlyon dolaran.”
Derheqê dahata petrolê de jî Hewramî got: “Ev dahat diçe hesabeke taybet a Wezareta Darayiyê. Salane dahata petrolê 200 mîlyon dolarî derbas nake.”
Di beşeke din a civînê de Hewramî amaje bi wê yekê kir ku bi tu awayekî petrola xam bi rêya neyasayî naçe derveyî Herêma Kurdistanê û got: “Destûr wê heqê dide me ku petrolê bifroşin ew mafê me ye jî lê me heta niha nefiroştiye. Tenê 4 mehan petrola xam a Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ve çûye derveyî Herêma Kurdistanê û paşê hate ragirtin. Eger em bixwazin petrola xam bişînin derve em ê bi şêweyekî aşkere bikin, pêwîstiya me bi veşartînê nîne.”
Derheqê axaftinên wezîrê petrolê yê Iraqê de jî ku çend caran daxwaza lêpirsinê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, Hewramî got: “Em li gor destûr û yasayê kar dikin, guhdarî kesekî din nakin ku xwe di karê xwe de serkeftî nebe. Krîza niha ya benzînê li Iraqê beşek e ji siyaseta şikestî ya hikûmeta Iraqê. Em li gor yasaya petrol û gaze ya herêma Kurdistanê kar dikin ku di sala 2007’ê de parlamentoya Kurdistanê pesend kiribû.”
Aştî Hewramî diyar kir ku dosyeya petrol û gaze yekek e ji wan 19 xalên Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî ku pêşkeşî aliyên iraqî kiribû bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê.
Hewramî derheqê petrol û gaza yedeg a Herêma Kurdistanê de jî got: “20 tîrîlyon metir çar goşe gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê heye û heta 50 salên din jî Herêma Kurdistanê petrola yedeg dê hebe.”
Li Herêma Kurdistanê 3 safgehên mezin ên petrolê hene digel wan jî li Silêmaniyê 22, li Hewlêrê 16, li Dihokê jî 15 22 safgehên biçûk hene. Herweha 40 şîrketên biyanî ji 17 welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê di warê petrolê de kar dikin.
Di dawiya axaftina xwe de Şehristanî got: “Ew şîrketên ku di warê petrolê de li Herêma Kurdistanê kar dikin bo maweya 20 salan ji %60’ê dahatê bo wan e û ji %40 jî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
Jêder: PUKmedia
Top