Balyozê Misrê yê li Îraqê seredana fermangeha peywendîyên derve ya HHK kir
Di evê dîdara navbera herdu alîyan de, tekezî li ser xurtkirina peywendîyên aborî û bazirganîyên navbera herdu alîyan hat kirin.
Felah Mustefa ji balyozê Misirê yê li Iraqê re dupat kir, ku herêma kurdistanê amadeyî alîkarîya bi balyozxaneya Misirê re ye.
Balyozê Misirê Şerîf Şahîn jî spasîya hukûmeta herêma kurdistanê kir, ji ber ku HHK karê wan ê li Iraqê û li herêma kurdistanê hêsan dike.
Di evê dîdarê de behsa serdana evê dawîyê ya serokê herêma kurdistanê ya ber bi Misirê ve hat kirin û pesnê encamên wê hat dan.
Herdu alîyan di evê dîdarê daxwaz kirin, ku peywendîyên navbera wan di hemû biwaran de geş û xurt bibin.