• Wednesday, 22 May 2024
logo

Di vê salê de dê hejmara kunsulxaneyan li Herêma kurdistanê bigehe 20 an

Gulan Media August 19, 2010 Nûçe
Di vê salê de dê hejmara kunsulxaneyan li Herêma kurdistanê bigehe 20 an
Berpirsê fermangeha peywendîyên derveyên hukûmeta herêma kurdistanê Felah Mustefa ragihand, ku dê di evê salê de 20 konsulxaneyên dewletên biyanî li herêma kurdistanê hebin.
Felah Mustefa da xuyakirin, ku dê di evê salê de konsulxaneya Misirê û konsulxaneya Urdunê jî, li herêma kurdistanê bihên vekirin.
Di evê bêjedana xwe de ya ku doh hat belavkirin Felah Mustefa got, ku gelek dewletên cîhanê dixwazin konsulxaneyên xwe li herêma kurdistanê vebikin.
Felah Mustefa da nîşandan, ku rewşa herêma kurdistanê xweş e û ewledarî lê akincî ye û ji ber evê çendê jî, bizava bazirganî û investkarîyê lê geş e.

- PNA
Top