Emrîka konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Michael Corin wiha pê de çû, “Ev du konsolxane dibin bingehên dîplomasî yên giring û fermî û dê bi rêya wan du konsolxaneya bernameyên xwe bicih bînin”.
Her wiha Corin daxuyakirin ku Wîlayetên yekgirtî yên Emrîka biryar daye du bûroyên balyozxaneya xwe ku bo demê 3 ta 5 salan vekirî dimînin, veke, yekê li bajarê Kerkûkê ku ji hêla kurd û erebên vê parêzgehê daxwaz hatiye kirin û ya din jî li bajarê Mûsilê ku hêşta rewşa ewlehiyê tena nebûye.
Michael Corin amaje kir ku Kerkûk û Mûsil beşek in li deverên cihê nakokiyan, hevdem cihê akincîbûna pêkhatên wekî Xîrîstiyanî û Îzîdiyan e û diyar kir ku ew dixwezin hewlên xwe bixin rojevê bo çareserkirina pirsgirêka wan du parêzgehan.