Arêf Teyfor: heger berî vekêşana beşk ji hêzên Emrîka Hikûmet pêknehê dê rewş berev xerab bûnê ve biçe
Arêf Teyfor di axaftinekê de li gel malpera Gulan Media ragehand: "ta niha çi pêşketinek ji alîyê alîyên sîyasî bo geheştin bi rêkeftinekê bi mebesta parvekirina sê postên serwerî rûnedaye".
Teyfor herweha ron jî kir "heger ta demê vekêşana beşek ji hêzên Emrîka ji Îraqê hikûmeta nû neyê pêkanîn dê rewşa ewlekarîyê berev xerabûnê ve biçe", û got: "pêwîste alîyên sîasî bi berçav wergirtina berjewendîya giştî berî vekêşana beşek ji hêzên Emrîka li ser parvekirina sê postên serwer bigehin rêkftinekê û hikûmetê pêkbînin, çunkî heger rewş weko niha bimîne dê metrsî pitir bibe li ser xerab bûna rewşa ewlekarî".