• Monday, 20 May 2024
logo

Xweseriya Demokratîk li Tetwan, Qoser û Îzmirê hat pîrozkirin

Gulan Media August 12, 2010 Nûçe
Xweseriya Demokratîk li Tetwan, Qoser û Îzmirê hat pîrozkirin
Rêxistinên BDP'ê, li navçeyên Qoser, Tetwan û bajarê Îzmirê bi şahî û meşên girseyî ‘Xweseriya Demokratîk’ pîrozkir.
QOSER
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Qoserê ya Mêrdîn, bi boneya piştgiriyê bide "Xweseriya Demokratîk" li Parka Mehmet Sîncar şahiyek pêk anî. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, Cîgira Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di şahiyaku polîsan tedbîrên mezin girtî de dirûşmeyên di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin avêtin. Girseyê alên PKK'ê û posterên Ocalan rakirin. Di şahiyê de Koma Ugurê Nemir û Koma Dengê Amara ya girêdayî NÇM'ê derketin ser dikê û konser dan. Şahî, bi govend û dirûşmeyan di bin guleyên hewayî de bi dawî bû.
TETWAN
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Tetwanê jî bi heman armancê şahiyek pêk anî. Li Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Tetwanê bi sedan kes li hev kom bû û pankartên “Em Xweseriya Demokratîk Slav dikin", "Bijî Kurdistana Xweser a Demokratîk" û Ala Konferedalîzma Demkoratîk hat vekirin. Şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir, hunermendên herêmî derketin ser dikê û konser dan. Şahî, bi konser û fîşekên hewayî bi dawî bû.
ÎZMÎR
Ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê ve li 8 navçeyan bi boneya pîrozbahiya Xweseriya Demokratîk çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya li Semta Kadîfekale ya Navçeya Konakê bi beşdariya Seroka Rêxistina BDP'ê ya Konakê Parêzer Canan Uçar, bavê Şerzan Kurtê li Muglayê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû Omer Kurt, diya wî Nejla Kurt, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, NÇM û gelek kes tevlîbûn. Di bernameya ku bi rêzgirtinê destpê kirî de dirûşmên "Ji Xweseriya Demokratîk re slav" "Bijî serok Apo", "Başur, bakur, rojhilat Apo Serokê welat" hatin berz kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îzmîrê Yusuf Kaya xweserîya demokratîk pîroz kir û got ku pêwîste dewlet agirbestê beyan bike. Piştî axaftinê hunermendên NÇM'ê konser dan. Bername bi avêtina guleyên hewayî û meşa meşaleyî bi dawî bû. Li Navçeya Bornovayê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin. Di dema çalakiyê de polîsan xwest ku mudaxaleyî çalakiyê bikin, lê piştî hevdîtinên BDP'î yan û rayedaran gengeşî bi dawî bû.
Jêder ANF
Top