• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Amedê asayîş zextê li ser ‘karkerên seksê’ dike

Gulan Media January 9, 2020 Civakî
Li Amedê asayîş zextê li ser ‘karkerên seksê’ dike
Li Amedê karkerên seksê bi hinceta ku asayîşa Amedê zextê li wan dike û tim derbarê wan de zabitnameyan digre, rojek dev ji kar berdan. Jinên ku karên seksê dikin ditirsin navenda wan bê girtin û ew bêkar bimînin.

Li navenda seksê ya Amedê ji 30î zêdetir jin karkeriya seksê dikin. Li gorî angaşta wan polîsên midûriyeta sincê ev 2 sal in her zextê didin ser wan û bi hincetên cuda gefa girtina wê navenda seksê li wan dixwin.

Jinên ku laşfiroşiyê dikin jî bi hev re rojek dev ji kar berdan û bi vê çalakiyê li hemberî asayîşa Amedê nerazîbûn nîşan dan. Piştî rojekî jinan careke din dest bi karê seksê kir. Lê ew dibêjin her tiştên wan yasayî ne û asayîş niheqiyeke mezin li wan dike.

Derbarê vê yekê de Berpirsa Jinên Laşfiroş ji Rûdawê re got: “Li ser me gelek zext hene. Em navendeke fermî ne, em bi qaçaxî vî karî nakin. Li Tirkiyê li tu navendên seksê zexteke wiha tune ye. Ez nizanim ji me çi dixwazin. Em sîgortayên xwe radizînin.Ez salê 2 milyon lîre bac didim dewletê. Her tiştê me li gorî yasayan e. Yasayek ji dema osmaniyan maye tînin datînin ber me. Dibêjin tu rabî ser piyan sûc e. Tu derkevî ber pencereyê sûc e. Tu camê vekî, derkevî hewşê sûc e. Ma evder zindan e? Min li dozgeriya Amedê giliyê wan polîsan kiriye.Ez dê qet gav paşde navêjim.”

Karkerên seksê ku li vê navendê dixebitin xwe weke qûrbaniyên çarenivîsê bi nav dikin. Her yek xwedî malbatek in û bêyî haya malbatên xwe li van navendan kar dikin.

Karkereke seksê jî dibêje: “Sê zarokên min hene. Ez hersê zarokên xwe û malbata xwe bi vî pereyî xwedî dikim. Ji bo debara malbata xwe neçar im li vir kar bikim. Nahêlin em nefes bistînin. Ma ev der maleke ji rêzê ye? Ev der navenda seksê ye. Divê evqas zextê nedin ser me. Jixwe derfetên me hebûya, yek ji me jî laşfiroşiyê nedikir. Em ji neçarî vî karî dikin.”

Hinek ji wan heqê dermankirina nexweşên xwe û hinek ji wan jî zarokên pereyê xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe ji karê laşfiroşiyê bi dest dixin. Ji ber vê yekê ew ditirsin ev cih bê girtin û ew bê kar bimînin.

Karkereke din a seksê jî wiha axivî: “Em ne tenê takekes in. Bi me re malbatên me jî dikevin zehmetiyê. Em keçên dewlemendan nînin. Em keçikên hejaran in. Dayika min bi nexweşiyeke giran ketiye û ez bi vî pereyî wê derman dikim. Du zarokan didim xwendin û herdu zarok jî pir jîr in. Min xwe gorî wan kiriye. Ez naxwazim evder bê girtin. Bila ev zext bi dawî bibin.”

Li bajarên Tirkiyeyê 32 navendên laşfiroşiyê hene û ya herî mezin jî li bajarê Stenbolê ye. Li bajarên Kurdan jî 4 navendên laşfiroşiyê hene û ya herî mezin jî li bajarê Amedê ye.

Rudaw
Top