• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Swêdê di navbera Kurdan de zewac kêm dibe

Gulan Media December 24, 2019 Civakî
Li Swêdê di navbera Kurdan de zewac kêm dibe
Li welatê Swêdê di nav nifşê nû yê ciwanên Kurdan de her diçe rêjeya zewacê Kurd bi Kurd re kêm dibe.

Li Swêdê nifşê nû yê ciwanên Kurd, bi bandora entegrebûnê zêdetir ligel keç û xortên biyanî jiyana hevjîniyê pêk tînin. Ev jî dibe sedema ku li wî welatî di navbera ciwanên Kurd de rêjeya zewacê kêm bibe.

Keça Kurd Lara ya 19 salî, li Swêdê ligel hevalê xwe yê bi navê Elyas Maty şaraba Sûrî ya bi navê glok tê naskirin û fêkiyên hişkirî difiroşin. Weke kevneşopiyeke Swêdê li malên Swêdî di pîrozbahiyên krîsmisê (sersal) de şarab tê vexwarin.

Lara li Swêdê ji dayîk bûye û ew niha li Stockholmê ligel Elyas Maty di heman malê de bêyî zewaca fermî, jiyana hevjîniyê dijîn.

Elyas Maty û Lara dibêjin ku ew ji jiyana xwe razî ne û hêvî dikin ku dê bi hev re bibin malbateke bextewer.

Xelkê Swêdê dixwaze zêdetir ligel Kurdan peywendiyan dane

Elyas Maty ku ji malbateke arîsokrat a Swêdî ye ji Rûdawê re got: “Ez ji jiyana xwe ya ligel Lara kêfxweşim û ti cudahiyên me yên zêde nîne, têne ew hinek ji min zêdetir Kurdî dizane ku ez jî dikare hinek biaxivim.”

Civaka Ewropayê her çend ji penaberan re girtî be jî, civaka Swêdê dixwazê têkilê Kurdên diasporoyê bibin.

Yese Yerica ciwan ê Swêdî piştî 13 salan hevaltiyê ligel keçeke Kurd zewicî. Yese Yerica dibêje: “Ez gelek kêfxweş im bi keseke Kurd zewicî me. Jixwe hevalên min jî hesûdiyê dibin min ku ez bi keçek Kurd re zewicî me. Keçên Kurd gelek rêzê ji hevjînên xwe û hevalên xwe digirin.”

Keça Swêdê Caterina Olf a bi kesekî Kurd re zewiciye dibêje: “Ji bo min ti cudahî nîne. Lê ez ji aliyê malbatî û civakî ve hest bi nêzîkbûnê dikim. Ez gelek kêfxweş im ku min Kurdên li Swêdê nas kirine. Kurd ji çanda me fêm dikin.”

Caterina Olf herwih da zanîn ku hinek hevalên wî hene ligel kesên çanda wan cuda re jiyana hevjîniyê pêk anîne lê pirsgirêkên wan ên civakî rû dane û wiha pê de çû: “Malbata hevalê min nedixwest kurê wan serdana mala xwezûrê xwe bike. Di çanda wan de bikaranîna alkol û dansê nebû. Gelek caran ji ber pîrozbahiyan û goştê berazan di navbera wan de pirsgirêk derketin. Li li ba xwezûrê min ti pirsgirêkên bi vî rengî nînin.”

Entegrebûna Kurdan ligel civaka Swêde, hinek bandorên xwe encam dane. Zewaca ligel Swêdiyan wiha kiriye ku beşek Kurd hem ji malbata xwe û hem ji çanda Kurdî dûr bikevin.

Çalak ev 34 sal e li Swêdê dijî û hersê zarokên wî jî ligel Swêdiyan zewicine û ew derbarê vê yekê de dibêje: “Ji bo min gelek zehmet bû ku zarokên min bêyî zewac ligel kesên biyanî bijîn. Zarokên min ji me dûr ketine û peywendiya me kêm bûye. Dema ez dihatim ba Kurdên me behsa zarokên min dikirin, ez ji vê yekê dilgiran dibûm. Digotin ku zarokên wî bêyî zewac bi kesên Swêdî ketine.”

Wahab Aladdîn jî di vê mijarê de xwediyê ezmûneke ciywaz e. Keça Aladdîn ligel kesekî Swêdî zewiciye û wî çend caran ji keça xwe daxwaz kiriye ku mêrê xwe berde, kê keça wî mêrê xwe bernedaye û ev yek jî bûye sedema ku ew ji hev dûr bikevin.

Aladdîn dibêje: “Hevjîna min ji ber vê yekê nexweş ket. Herwiha ji ber vê meseleyê bi dehan pirsgirêkên me yên civakî çêbûn.”

Paşeroja Kurdan dê çawa be?

Civaknas Umud Baxewan derbarê vê mijarê de dibêje: “Li tevahiya civakên Rojhilata Navîn pirsgirêkên bi vî awayî rû didin. Lê li Swêdê, Kurd li gor etnîsîteyên din zêdetir ligel civaka wî welatî têkil bûne û ew civak qebûl kirine.”

Umud Baxewan diyar kir ku têkilbûna civaka Swêdî û Kurdî baş e, û wiha domand: “Kurdên diasporayê ligel civaka Swêdê têkil bûne. Keç an jî xortekî Kurd bi hêsanî ligel kesên Swêdî dibin heval û piştre jiyana hevjîniyê pêk tînin. Vê care zarokên wan ji wan zêdetir dibin Swêdî. Di paşerojê de ti cudahî dê nemînin. Jixwe piştî 50 salên din ji koka xwe ve wenda dibin û ew êdî dibin Kurdên Swdî.”

Daneyên balkêş

Li gor daneyên nefermî yên rêxistinên Kurdî li Swêdê rêjeya zewaca di navbera keç û kurên Kurdê ji sedî 2-3 ye.

Li gor daneyên Rêxistina Bihêzkirina Ciwanên Kurd (KYEO) piraniya kesên ku di navbera salaên 1995 û 1999an de hatine dinê zewaca di navbera Kurdan de pêwîst dibînin, lê yên 1999an ji dayîk bûne zewaca Kurd bi Kurd re pêwîst nabînin.

Rêxistina Bihêzkirina Ciwanên Kurd li bajarên weke Opsala, Yotoborî, Malmiwe û Carlestadê ligel 600 ciwanên Kurd rapirsî kiriye.

Berpirsekî Rêxistina Bihêzkirina Ciwanên Kurd ji Rûdawê re diyar kir ku rapirsiya wan bi armanca diyarkirina entegrebûna Kurdan û etnîsîteyên din ên li Swêdê bû û encamên rapirsiyê gelek balkêş bûye.

PARVE BIKE LI SER
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Rudaw
Top