• Tuesday, 07 May 2024
logo

Hemwelatiyekî nav şaredariya Ranyayê xwe şewitand

Gulan Media December 19, 2019 Civakî
Hemwelatiyekî nav şaredariya Ranyayê xwe şewitand
Hemwelatiyekî nav şaredariya Ranya xwe şewitand û berpirsê ragehandina şaredariya Ranyayê jî derbarê bûyerê de zanyarî aşkera kirin.

Berpirsê ragehandina şaredariya Ranyayê Beşdar Hemîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 19.12.2019ê berî nîvro hemwelatiyekî muameleyên xwe anîn şaredariya Ranya û daxwaz kir rêpêdan bê dayîn ku xaniyê xwe li ser erdekî zêdegavî çêbike.’’

Herwaha got: ‘’Ji ber daxwaza wî hate red kirin, wî hemwelatiyê tê gotin xwe nav avahiya şaredariyê agir berda xwe û piştî hewarçûn û vemirandina agir, ew ji nexwaşxaneyê re hate şandin.’’

Vê derbarê de berpirsê koordînatorê nexwaşxaneya Ranyayê Mihemed Ebdula jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemwelatiyek bi navê Dilşad Salih bi awayek şewitî ji nexwaşxaneya beşa lezgîn re anîn. Şewata wî di rêza duyem de ye û bi rêjeya sedî 50 zêdetir e. Piştî çareseriyên destpêkê dê ji Hewlêr an jî Silêmaniyê re bê veguhestin.’’

Basnews
Top