• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Ruhayê du malbatan li hev dan: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

Gulan Media December 16, 2019 Civakî
Li Ruhayê du malbatan li hev dan: 2 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
- Li navçeya Pirsûsê ya ser bi Ruha ya Bakurê Kurdistanê, du malbatên ku pismamê hev in, bi çekan bi hev rabûn û di encama pevçûneke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Şerê pismanan li navçeya Pirsûs a Ruhayê bi sedema nakokiyên malbatî û pirsgirêkên aborî di navbera herdu malbatan de derketiye. Li gor zanyariyan, qaşo yek ji aliyan pereyê aliyê din xwariye û nedaye, lewma jî aloziya di navbera wan de veguheriye pevçûnê û çek li hev rakirine.

Di encama gule li hev berdana her du malbatan de 7 kes ji herdu aliyan birîndar bûne, ku piştre 2 kes ji wan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyên ku hatine belav kirin, beriya niha jî di navbera wan malbatan de nexweşî û alozî hebûne û vê carê jî ji ber pareyê ku li wan bûye, bi çekan rabûne hev û 2 kes ji hev kuştine.

Basnews
Top