• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Soran şer derket – Herî kêm kesek hat kuştin

Gulan Media November 6, 2019 Civakî
Li Soran şer derket – Herî kêm kesek hat kuştin
Li bajarê Soran, di şerekê de kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Îro li nav bazara bajarê Soran, di navbera çend kesan de şerê çekdarî derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa du birîndaran baş nîne.

Berpirsekî nexweşxaneya Soran ji BasNewsê re got, rewşa du birîndaran baş nebû ji ber wê jî me ew şandin Hewlêrê.

Berdevkê polîsê Soran, Şemal Dêwalî jî ti agahiyek li ser wî şerî neda û ji BasNewsê re got, em mijûlî kontrolkirina rewşê û lêkolînê ne. Emê paşê agahiyên zêdetir li ser wê rûdanê bidin.

Basnews
Top