• Friday, 03 May 2024
logo

Li Semsûrê du jin hatin kuştin

Gulan Media October 26, 2019 Civakî
Li Semsûrê du jin hatin kuştin
Li Semsûrê du jin rastî êrişeke çekdarî hatin û jinek ji wan li cihê bûyerê û ya din jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên berdest li taxa Cumhuriyet a Semsûra Bakurê Kurdistanê du jin rastî êrişeke çekdarî hatin.

Heta ku hêzên emnî û tîmên tenduristiyê gihiştin wê deverê, jina bi navê Cansu Guven li cihê bûyerê û jina bi navê Songul Onemlî jî li nexweşxaneya Semsûrê canê xwe ji dest da.

Termên herdu jinan ku rastî êrişa bi çeka nêçîrê hatibûn, bo karûbarên pîzişka dadî hatin veguhastin bo morga nexweşxaneya Semsûrê.

Heta niha nayê zanîn bê ka ew êriş ji aliyê kê ve ve hatiye encamdan û hêzên emnî yên Tirkiyê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.\

Rudaw
Top