• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Tirkiyê bi giştî rojane 8 kes xwe dikujin

Gulan Media October 6, 2019 Civakî
Li Tirkiyê bi giştî rojane 8 kes xwe dikujin
Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, bi giştî rojane 8 rewşên xwekuştinê li seranserê wî welatî tên tomarkirin.

‎Derbarê rêjeya xwekuştinê de Desteya Giştî ya Amerên Tirkiyê raporek belav kiriye. ‎

Li gor raporê, di salên navbera 2002-2018ê wate di dema 17 salan de 50 hezar û 378 rewşên xwekuştinê ‎hatine tomarkirin. Bi giştî salane 2 hezar û 963 kes û rojane jî 8 rewşên xwekuştinê çêdibin.

Her li gor ‎heman raporê, sedemên serekî yên xwekuştinê li Tirkiyê bi nakokiyên nav malbatê, nexweşiya derûnî, ‎bêzarbûn ji rewşa xirab a aborê û jidestdana kar ve tên girêdan.‎

Li gor daneyên nav raporê, 5 hezar û 318 rewşên xwekuştinê ji ber pirsgirêk û nakokiyên nav malbatê ‎bûne. Çar hezar û 481 rewşên xwekuştinê ji ber nebûn an hejarî, 10 hezar û 887 rewş ji ber nexweşiya ‎derûnî, hezar û çar rewş ji ber îflaskirinê, 2 hezar û 412 rewş ji ber evîndarî, 3 hezar û 896 rewş ji ber ‎sedemên din û 21 hezar û 256 rewşên xwekuştinê jî sedemên wan nediyar in.‎

Yekem amarên Desteya Giştî ya Amerên Tirkiyê yên derbarê rewşên xwekuştinê de di sala 2002ê de ‎destpê kir.

Rudaw
Top