• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Ormiyê jinekê ji ber “binpêkirina hîcabê” xwe kuşt!

Gulan Media September 28, 2019 Civakî
Li Ormiyê jinekê ji ber “binpêkirina hîcabê” xwe kuşt!
Li gundekî bajarê Ormiyê, jineka kurd ji kerba birayê xwe, xwe kuşt!

Malpera Hengaw ragihandiye, roja 23 vê mehê li gundê Kurane yê Ormiyê, jina bi navê Mîna Cevan, ku bi behaneya “binpêkirina hîcabê” ji aliyê birayê xwe ve rastî îşkencê hatibû, ji kerba birayê xwe, xwe xeniqandibû.

Li gorî agahiyan, malbata Mînayê ew biribûn nexweşxanê lê Mînayê roja paşîn (24 mehê) canê xwe ji dest da.

Du zarokên Mînayê hebûn; temenê yekê 14 sal û temenê yê din jî 10 sal e.

Basnews
Top