• Saturday, 04 May 2024
logo

Jiber kêşeyên Eşîretan 113 kes hatine kuştin

Gulan Media September 23, 2019 Civakî
Jiber kêşeyên Eşîretan 113 kes hatine kuştin
Jêderek ji parêzgariya Besreyê ragihand ku di nava 9 mehên sala 2019an de jiber kêşeyên navbera Eşîretan li parêzgeha Besreyê herî kêm 113 kes hatine kuştin.

Heman jêder diyar kiriye ku di nava 9 mehên derasbûyî yên sala 2019an de jiber şer û pevçûnên navbera Eşîrteên curbicur yên li Besreyê de 113 kes hatine kuştin û 440 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha zirar û ziyanên madî gelek mezin ber dezgehên fermî û saziyên curbicur jî ketine.

Weke tê zanîn Besre yek ji parêzgehên herî zengîn yên Îraqê ye lêbelê niha hejartirîn parêzgeh û çend caran jî şêniyên parêzgehê li dijî hikûmetê xwepîşandan kirine.

Top