• Friday, 03 May 2024
logo

Salîha Elî li Kobanî 40 sal e kelûpelên Kurdewarî berhev dike

Gulan Media September 18, 2019 Civakî
Salîha Elî li Kobanî 40 sal e kelûpelên Kurdewarî berhev dike
Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd ev 40 sal e kelûpelên folklorî berhev dike û mala xwe jî kiriye wek muzexane.

Salîha Elî ev 40 sal e digere û tiştên folklorî yên Kurdewarî kom dike û li mala xwe dide pêşandan.

Mala Salîha Elî bûye mîna pêşangeheke kelûpel û tiştên folklorî û kelepûrî. Girêdan û cil û kincên Salîha bi tena serê xwe li tabloyeke hunerî ya nexşdar diçin.

Salîha ji biçûkaniya xwe ve, kelûpelên kurdewarî berhev dike û beşê herî mezin karên destê wê bi xwe ne.

Salîha Elî ji Rûdawê re got: “Min ji biçûkatiya xwe dest bi komkirin û çêkirina van berham kir. Dema ez zewicim min navber da. Lê niha zarok mezin bû û her yekê bi cihekê ve çûn. Min disa dest bi çêkirinê kir.

Salîha kildanên kevn û hin tiştên din ên xemla keç û jinan, mêrkut, destar û alavên çandiniyê û çend tiştên kevnar li ba xwe diparêze da ku neyên jibîrkirin û winda nebin.

Salîha hêvî dike rojekê ji rojan van tişt û kelûpelan di nav muzexaneyeke taybet de biparêze, da bi hêsanî her kes mîrat û kelepûra vê deverê nas bike û pê aşina bibe.

Rudaw
Top