• Friday, 03 May 2024
logo

Li Sine du kesan xwe xeniqandin

Gulan Media September 8, 2019 Civakî
Li Sine du kesan xwe xeniqandin
Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê du kesan xwe kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, pêr li nahiya Dêhgulan ya Sine xortekî kurd bi navê Seîd Tehmasibî (22 salî) ji ber pirsgirêkên malbatê xwe avêt gola bendava Siyaseng û xwe xeniqand.

Li gundê Derehesp yê bajarokê Dîwandere yê Sine jî, jineka 52 salî bi navê Çênê Pervîzî ji ber pirsgirêkên malbatê, bi kindir xwe xeniqand.

Basnews
Top