• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Erziromê ciwanek ji ber ‘belavkirina wêne’ hat kuştin

Gulan Media August 17, 2019 Civakî
Li Erziromê ciwanek ji ber ‘belavkirina wêne’ hat kuştin
Li bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê ciwanekî 23 salî ji ber ku bi keçekê re wêneya xwe li ser torên civakî belav kiriye, ji aliyê birayên wê keçikê ve hatiye kuştin.



Li gorî zanyariyan, li navçeya Qereçoban a Erziromê, du ciwanên Kurd ku ji heman eşîrê bûn jihevdu hez kirin, lêbelê malbata keçikê li dijî wê zewacê derket.



Hat zanîn ciwanê bi navê Şahîn Erhan jî weke tolvekirinê li hemberî vê redkirina ji aliyê malbata wê keçikê ve, wêneya xwe û wê keçikê li ser Facebookê belav dike.



Image result for Şahîn Erhan karaçoban

Şahîn Erhan 23 salî bû



Li gor agahiyan ew ciwan bo heyamekê ji malê diçe û paşê dîsa vegeriyaye navçeyê. Piştre dema ku birayên wê keçikê pêdihesin ku ew vegeriyaye, li navçeyê dikevin pey wî û bi tifinga nêçîrê gule li wî dibarînin.



Ew ciwanê ku gule li ser û bedena wî ketin, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.



Rudaw
Top