• Saturday, 04 May 2024
logo

Kurdek li Swêdê grûpekê ji bo hevzayendxwazan ava dike

Kurdek li Swêdê grûpekê ji bo hevzayendxwazan ava dike
Welatiyekî Kurd ê bi navê Gurcîn Bekiroglu li Swêdê, ew 9 sal e ku grûpek bi navê (Kurdiska HBTQ-vänner i Pride paraden) bi wateya (Hevrêyên Kurd ên HBTQ) ji bo hevzayendxwazan damezrandiye û dibêje, salane di navbera 40 heta 120 kesan peywendiyê bi grûpa wan dikin.



Damezrênerê wê grûpê, Gurcîn Bekiroglu dibêje, hejmara wan kurdên ku li Swêdê beşdarî Ahenge Pride (Ahenga Şanazî) ya LGBTyan dikin, sal bi sal zêdetir dibe.



Ahenga Pride îsal di 29ê Tîrmeha 2019an de li Stokholê dest pê kir û heta roja 3ê Tebaxê berdewam bû. Di ahengê de bazar û cihên giştî yên bajêr bi alên rengareng ên LGBT ku bi Swêdî jê re HBTQ tê gotin, hatibûn xemilandin. Di maweya wê heftiyê de ku aheng birêve diçe, bi awayekî berfireh behsa mafên wan core kesan tê kirin.



Gurcîn Bekiroglu welatiyekî Kurd e ku dema 9 salan e li Swêdê grûpekê ji bo hevzayendxwazan ava kiriye û grûpa wî bi berdewamî beşdarî ahenga Pride dibe. Gurcîn dibêje: Salane 40 heta 120 kes têkiliyê bi grûpa me dikin û beşdariyê di Pride de dikin.



Gurcdîn dide xuyakirin, tişta giring ji bo wî, ew gotûbêj in ku di dema festîvalê de di navbera beşdarvanan de têne kirin. Bi gotina wî, bi wêyekê beşdarvanên festîvalê bêtir mafên xwe nas dikin û hizr û ramanên wan beramber vê babetê berfirehtir dibe.



Gurcîn Bekiroglu hêvî dike, medyaya Kurdî û ya cîhanî bêtir giringiyê bi vê babetê bidin, ji bo ku peyama wan belav bibe. Bekiroglu ku bi zimanê Swêdî li gel beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê axiviye, dibêje ew hewl dide babetên xwe derbarê grûpa xwe de bêtir bi zimanên Kurdî û Îngilîzî belav bikin.



Kurdên ku îsal beşdarî di festîvala Pride ya Swêdê de kiribûn, bi dengê muzîk û stranên Kurdî direqisîn, hinek ji wan jî Ala Kurdistanê bilind kiribûn, hin caran jî çend kes ji wan bi hawar dirûşma Bijî Kurd û Kurdistan digotin.



Fîladelfiya Bako, keçeka Kurd a temen 22 salî ye û li Swêdê ji dayik bûye. Fîladelfiya salane li Stokholmê bo piştgiriya LGBTyan beşdariyê di festîvala Pride de dike. Ew dibêje: “Gelek giring e em nîşanî hemû xelkê bidin, ku Kurd milletekî vekirî, zana û pêşkevtî ne.”



Bako herwiha dibêje: Gelek Kurd hene ku HBTQ ango LGBT ne, giring e ew xw enîşan bidin û bêjin em jî hene. Cihê kêfxweşiyê ye ku hejmara kurdên beşdar di Pride de sal bi sal zêdetir dibe.



Bako di vê baweriyê de ye, ku divê Kurd dest ji hin urf û adetên xwe berdin û ji bo wan asayî be ku beşdariyê di festîvala Pride de bikin. Bako dibêje: “Divê ji bo malbata Kurd asayî be ku keç an kurê wan HBQT ango LGBT be, divê di vê rojê de dayik an bav, an jî hevalek piştevan bin.”



Ew keça Kurd dibêje, bêtir dayik piştgiriyê li HBTQ an LGBTyan dikin û beşdariyê di Pride de dikin û rêjeya zilaman kêmtir e.



Dirûşma festîvala îsal a Pride li Swêdê, ev bû: “Em pêwîst in”. Ev festival ji sala 1998an vet ê lidarxistin û mezintirîn festîvala hevzayanedxwazan li welatên Skandînavî tê hesibandin. Festîval ji her cor nîşaneke siyasî, ayînî û îdeolojîk dûr e.



Grûpa Hevrêyên Kurdî yên HBTQ tevî ku her sal beşdarî festîvalê dibe, lê berpirsê wê dibêje, wan di destpêkê de gelek zehmetî dîtiye.



Gurcîn Bekiroglu dibêje: “Salên berê beşdariya di vê festîvalê de ji bo grûpa me gelek zehmet bû, li ser jiyana min a şexsî giran ket. Gelek hevalên min li dijî min derketin û gotin, tu çawa wî akrî dikî? Çima Gurcîn homoseksual e? Tu çawa bi Ala Kurdistanê beşdar dibî û rûmeta Kurdan û ala wan dibî?”



Gurcîn red dike, ku ew homosksual be û dibêje, ew mafê kesên LGBT di pêşkevtina civakê de weke tiştekî giring dibîne. Ew dibêje: “Êdî nabe em girêdayî urf û adetên berê bin, belku ev pirseke femînîstî ye û divê kar li ser were kirin.”



Mezintirîn kêşeya grûpa Kurdî ya Hevrêrên Kurd ên HBTQ, xerciyên beşdariya di festîvala hevzayndxwazan de ye, çimku ewên ku beşdariyê di festîvalê de dikin, divê pere bidin. Gurcîn dide xuyakirin: “Xerciya beşdariya grûpê di stuyê min bi xwe û wan kesan de ye, ku bi heza xwe pere didin.”



Li gor Gurcîn, beşdariya dayik û bavên kesên LGBT, di ahenga pride de giring e û dibêje: “Hêvî dikim, zilam bêtir beşdariyê di Pride de bikin, çimku heta niha bêtir dayik beşdar dibin.”

Rudaw
Top