• Friday, 03 May 2024
logo

Li Soran zarokeka sawa ya 10 rojî û hatiye avêtin hat dîtin!

Li Soran zarokeka sawa ya 10 rojî û hatiye avêtin hat dîtin!
Li bajarê Soranê nêzîk parka Gulan zarokeka sawa yê 10 rojî hat dîtin.

Li gor zanyariyên hatin belav kirin, îro 25.07.2019ê nêzîk parka Gulan a bajarê Soranê zarokeka sawa yê nû 10 roje ji dayîkbûyî hatiye dîtin.

Piştî agahdar kirina polîsê Soranê ew zarokê sawa ji nexwaşxaneya ji dayîkbûnê ya Soran re hat şandin û di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Polîsê Soranê li ser avêtin û firedana zaroka sawa ya keç de lêpirsîn da destpê kirin û hîn sedemê firêdana wî zarokî nayê zanîn û nasname û kesûkarên wî zarokî nayên zanîn û rewşa wî ya tenduristî başe.

Basnews
Top