• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Silêmaniyê termê jinekê di malekê de hat dîtin

Li Silêmaniyê termê jinekê di malekê de hat dîtin
Rêveberê Polîs Silêmaniyê ragihand ku li taxa Zergete ya bajarê Silêmaniyê di malekê de termê jinekê hat dîtin.



Beşa Ragihandin û Peywendiyên Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê diyar kir: “Roja sêşemê (17-04-2018) termê jineke temen 40 salî li mala wê ya li taxa Zergete ya Silêmaniyê hat dîtin.”



Li gor nûçeya Polîsê Silêmaniyê, di lêkolînên destpêkê de derket holê ku navê jinikê Ş.R.A ye.



Herwiha hat diyarkirin ku ji aliyê polîsê Silêmaniyê ve li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Rudaw
Top