• Sunday, 25 August 2024
logo

Bi fermana Serokwezîr, hemû welatiyên Herêma Kurdistanê têne vaksînkirin

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Bi fermana Serokwezîr, hemû welatiyên Herêma Kurdistanê têne vaksînkirin
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê derbarê dabeşkirina vaksîna Koronayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê proseya vaksînkirinê berdewam dibe, da ku bi wekhevî hemû welatiyan vaksînê werbigrin.

Tandirustiya Hewlêrê di daxuyaniya xwe de ji welatiyan daxwaz kiriye ku ji bo wergirtina vaksînê, navê xwe bi rêya online tomar bikin.

Herwiha daxwaz dike ku bêyî tomarkirina navê xwe, kes serdana navendên vaksînkirinê nekin.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê eşkere kiriye ku hemû cûreyên vaksîna biryardayî û li ber dest, bi silamet in û ji bo bikaranînê baş in.

Parêzgariya Duhokê jî ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemû welatî dê werin vaksînkirin û divê hemû welatî bi rêya online navê xwe ji bo wergirtina vaksînê tomar bikin.

K24
Top