• Sunday, 25 August 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir
dema erkdariya wî li Îraqê bidawî hatiye.


Maksim Makismov xatira xwe ji Serok Barzanî xwest.

Roja 15ê nîsana 2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Balyozê Rûsya li Iraqê ku ji ber helkefta dawî hatina erkên xwe û mebesta malavayî yê serdana Serok Barzanî kiribû û ji bo wê hemahengî û karê hevbeşa ku li navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê da heye spasî Serok Barzanî kir. Her wiha eve jî ragihand ku peywendiyên her du aliyan bingeheke xwe ya bi hêz heye û derfeteke baş ji bo berfirehtirkirina peywendiyan li warên cûda cûda de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Balyozê Rûsya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.

Giftûgo û danustandina bîr û ramanên li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.
Top