• Sunday, 25 August 2024
logo

Wezareta Derve ya Amerîka: Êrîşa duhê ya Nînowa ji aliye mîlîsên ser bi Îranê hatiye encam dan

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Wezareta Derve ya Amerîka: Êrîşa duhê ya Nînowa ji aliye mîlîsên ser bi Îranê hatiye encam dan
Wezareta Derve ya Amerîkayê serxweşî li malbata wî leşkere Tirkiyê kir ku di encama êrîşa mûşekî ya Başîkê de koça dawî kiribû. Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje êrîşa duhû a Nînowayê ji aliyê milîsên ser bi Îranê hatiye encam dan.

Beşa Karûbarê Rojhilata Navîn a Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de ragihand:’’Em serxweşiya xwe arasteyî malbata wî serbazê Tirkiyê dikin ku di êrîşeke duhê li Nînowayê ku ji aliye milîsên Îranê ve hatibû encam dan koça dawî kiribû. Hêviya zû başbûnê ji wê zaroka Iraqî jî dixwazin ku di encama êrîşê de birîndar bibû.’’

Herwiha di peyamê de hatiye ragihandin: ‘’ Em kiryarên Îranê yên bûne sedema ne seqamgiriyê li Iraqê şermezar dikin.’’

Duhê êvarê roja çarşemê 3 mûşek arasteyî binkeya serbazî ya Tirkiyê li Başîkê hatiye kirine. 2 mûşek li gündeki nêzîk serbazgehê ketin û zarokek birîndar bû. Herwiha mûşekek jî li binkeya serbazî ketibû û leşkerek miribû.

Basnews
Top