• Sunday, 25 August 2024
logo

Konsulê Amerîkayê 500 hezar dolar bexşande Dergehê Badînanê

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Konsulê Amerîkayê 500 hezar dolar bexşande Dergehê Badînanê
Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê serdana navçeya Amêdiyê kir û 500 hezar dolar bo parastina Dergehê Badînanê yê Kelha Amêdiyê ya dîrokî bexşande qaymeqamiya Amêdiyê. Rob Waller dibêje, “armanc ji wê bexşandinê parastina şûnwarên dewlemend û çandî yên navçeyê ye.”

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand, roja Pêncşemê 15ê Nîsana 2021 Rob Waller Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê serdana Amêdiyê kiriye û li gel Îsmaîl Mistefa Reşîd, qaymeqamê Amêdiyê civiyaye, piştre serdana şûnwarên dîrokî yên Amêdiyê kiriye.

Rob Waller di vê serdanê de ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve 500 hezar dolar bexşande Dergehê Badînanê, ku şûnwarekî dîrokî yê Amêdiyê ye. Waller di dema bexşandina wî pereyî de got: “Gelek kêfxweşim ku di nava xelkê qezaya Amêdiyê de me, ew xelkê ku di warê kulturî, siyasî û hunerî de beşdarî di dîroka dewlemend a navçeyê de kirine.”

Têkildarî bexşandina wê alîkariyê de jibo parastina Dergehê Badînanê, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê diyar kir: “Ez li virim ji bo ragihandina 500 hezar dolar alîkarî bo nûjenkirin û parastina vê xizîneya şûnwarî. Ev beşek e ji rêzebexşandinên darayî yên Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pêşkêş dike bo parastina şûnwarên dewlemend û kulturî yên navçeyê.”

Rob Waller herwiha da xuyakirin, ew piştgirî tekezî li ser pabendbûna wan dike bo parastina kulturên cuda cu da yên li navçeyê ku wiha dike, “ev dever gelek cuda û giring be.”

Waller behsa bexşandinan bo cihên din ên Kurdistanê dike û dibêje: “Tevî vê bexşandina darayî ya bo Badînanê, me piştgiriya xwe bo Kelha Hewlêrê, Muzexaneya Silêmaniyê, Peymangeha Kultura Kurd, Mezargeha Pêxember Nahûm, Perestgeha Laliş, Dêra Mar Gurgîs û çend projeyên din pêşkêş kiriye.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê behsa rola Zanîngeha Kolombya ya Amerîkayê di nûjenkirina Dergehê Badînan de kir û got: “Em şanazin bi hevbeşîkirina li gel Zanîngeha Kolombyayê ku ev zanîngeh pir ji nêzîk ve li gel şûnwarnasên herî şareza yên li navçeyê yên weke Dr. Hesen û hevbeşê xwe yê xwecihî dixebite bo nûjenkirina vî şûnwarê giring li gor pîvanên herî bilind ên navdewletî.”

Konsulxaneya Amerîkayê derbarê serdana konsul û bexşandina wî pereyî bo Dergehê Badînanê ragihandiye, “hikûmeta Amerîkayê rijde li ser parastin û nûjenkirina vî şûnwarê dîrokî yê nuwaze û gelek kêfxweş e bi karkirina li gel hevrêyên me yên Kurd, bo bidestxistina vî armancî.”

Konsulxaneya Amerîkayê hêvî dike, ku ew alîkarî bibe “pireke nû ji bo bêtir bihêzkirina pêwendiyên navbera gelên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê.”

Arkeolog dîroka Dergehê Badînanê li navçeya Amêdiya parêzgeha Duhokê vedigerînin bo beriya 2 hezar salan. Ew dergeh di 17ê Cotmeha 1935an de weke şûnwareke dîrokî li Iraqê hatiye ragihandin, heya niha bi diristî nayê zanîn ku kengê hatiye avakirin, lê belê hejmarek asewarên hunerî yên beriya îslamê li ser dergehê hene, weke sê peykeran ku dîroka çêkirina wan vedigere bo serdema Eşkaniyan.

Rudaw
Top