• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Chicago polîs teqe li zarokekî 13 salî dike û dikuje

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Li Chicago polîs teqe li zarokekî 13 salî dike û dikuje
Encûmena Çavdêriyê ya Polîsên Chicago vîdyoyek belav kirine û têde derdikeve ku efserekî polîsan li cadeyê li pey zarokekî 13 salî dikeve. Encûmena Sivîl a Cezakirina Polîsan ku encûmeneke serbixwe ye, ew vîdyo belav kiriye ku ji bo roja 29 Adarê vedigere û têde teqe li zarokê bi navê Adam Toledo tê kirin.

Di vîdyoyê de efserê polîsan gotinên nexweş ji wî zarokî re dibêje û û daxwaz jê dike xwe radest bike. Di rê de, polîs teqe dike, Toledo radiweste û li ser erdê dikeve. Dema ku polîs wî zarokî bi birîndarî dibe nava ambulansê, daxwazê ji wî zarokê birîndar dike ku şiyar bimîne, efserên din digihin û ew polîs dibêje, dilê wî zarokî kar nake.

Ne zelal e û di dîmenan de nayê xuyakirin gelo çek bi wî zarokî re hebûye yan na. Lê polîs dibêjin ku demançeyeke pê re bû û wan li cihê bûyerê di dema lêkolînan de dîtiye.

Belavbûna wan dîmenan û awayê serederiya polîs li gel zarokê 13 salî bûye sedema nerazîbûneke berfireh li Chikago.

Parêzgarê Chikago, Lori Lightfoot daxwaz ji xelkê kir ku aştiyê biparêzin, tevliheviyê çênekin heya ku lêkolîn bi dawî bibin.

Lori Lightfoot behsa wan dîmenan kir ku cihê êş û dilgiraniyê ne û tekez kir, divê çaksazî bêne kirin.

Rudaw
Top