• Sunday, 25 August 2024
logo

Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya
behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê kirin.




Balyozê Rûsyeyê pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê kir û piştî bi dawiya hatina civînê, Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro pênceşm 15 Nîsana 2021an me pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Îraqê Maksim Maksimov kir ku, bi mebesta xatir xwestinê û dawî hatina pîwerdariya wî li Îraqê, serdana herêma Kurdistanê kiribû.

Balozê Rûsyayê yê li Îraqê stayîşa ezmûna serkeftî ya herêma Kurdistanê kir bi taybetî di warê awedankirin û geşe pêdana abûrî ku dikare bibe mînakek bo deverên din yên Îraqê û amade bûna welatê xwe jî bo pere pêdana têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Me jî spasiya balozê Rûsyayê kir bo rola ku bo pêşde birina têkiliyên du alî û hêviya serkeftinê jî jê re xwest di pîwerdariya xwe ya nû de.

Me herwiha balkêşande ser têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî û tekez li ser girîngiya çareser kirina bingehîn ya kêşeyan li ser esasê destûrê û zêde kirina hemahengî di navbera her du aliyan de bo rûbirû bûna metirsiyên terorê kir.

Hilbijartinên pêş yên Îraqê, hewldanên rûbirû bûna Koronayê mijarên din yên civînê bûn.

Top