• Sunday, 25 August 2024
logo

'Derbarê Til Rifetê de du îhtîmal hene'

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
'Derbarê Til Rifetê de du îhtîmal hene'
Vekişîna hêzên Rûsî ji nişkave ji pêgeha Til Rifet û Keştear li gundewarê bakurê Helebê, gelek pirs û karvedanên cuda li paş xwe hiştin. Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî li ser vê mijarê dibêje, “Du îhtîmalên girîng hene.”

Yekem karvedan ji alî nişteciyên Til Rifetê bi xwe bû ku bi dehan xelkê deverê li ser riyan agir vêxistin bi armanca rêgirtina li pêş vekişandina Hêzên Rûsî ji wê deverê. Metirsiya xelkê jî ew e ku vekişîna Hêzên Rûsî rê li ber Artêşa Niştimanî ya bi ser Tirkiyê ve veke ku derbasî deverê bibe, taybet jî ku niha ew hêz ku Artêşa Niştimanî li ser sînorê Til Rifetê ye.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku Rûsya siyaseta sînordarkirinê bikar tîne, nemaze li hember aliyên ku dûrî daxwaz û armancên wê ne.

Dawî siyaseta sînordakirinê jî, vekişandina hêzên wê ji Til Rifetê bû ku fişarê li HSDê bike ji bo qezenckirina hinek armancan li rojhilatê çemê Firêtê ji alîkî ve û egera lihevhatineke Rûsî-Tirkî jî hebe ji alîkî din ve.

Di vê derbarê de Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji Ajansa Hawarê re ragihand:

“2 îhtîmalên girîng di vê mijarê de hene: Yek; an li gel dewleta Tirk li hev kirine, îtîfaqek heye di navbera wan de ku hinek gund û herêmên Şehbayê radestî çete û dewleta Tirk bikin. Ev demeke dirêj e ev nîqaş di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên kirin ku bazarek li ser herêmên Şehba û Til Rifetê heye û tê kirin.”

Bedran Çiya Kurd dibêje, ev yek xizmeta gelê Sûriyê nake û dê bibe sedema koçberiya bi sed hezaran ji xelkê deverê û egere bibe sedma kirîzeke nû û şerekî tund rû bide.

Li ser egera duyem jî Bedran Çiya Kurd dibêje, “Rûsya û berpirsyarên wan ên herêmî bi vê şêwazê dixwazin zextê li Kurdan û rêveberiya herêmê bikin da ku hinek daxwazên xwe pêk bînin. Beriya niha jî çend caran li Eyn Îsa û Til Temirê ev şêwaz bi pêş xistin. Bi rêya şantaj û zextê hin daxwazên wan li rojhilatê Firatê hene ku daxwazên xwe bi dest bixin. Rêbazên gef û şantajan dîsa ne mimkun e bibin rêbaz ji çareseriyê re. Hemû pirsgirêkên heyî dê bi dan û standinan bên çareserkirin.”

Tê zanîn ku bajarokê Til Rifet û zêdetir ji 30 gundên deverê dibin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne û cihekî jeo siyasî yê girîng e, nemaze ku girêdanekê di navbera bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê û Helebê de çêdike û rêya navdewletî ya M4 jî tê re derbas dibe.

Derbarê vekişandina ji Til Rifetê ta niha tu daxwiyaniyên fermî ne ji Mosko û nejî ji HSDê derneketine, li beramberî wê Tirkiyê tekez dike ku li gorî lihevhatinên bi Rûsiyê re, pêwist e deverên dibin kontrola `Tirkiyê de aram bin û Hêzên HSDê dûrî wan deveran bin û vekişandina Hêzên Rûsiyê ji Til Rifetê di wê çarçoveyê de ye.`

Rudaw
Top