• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Xurmatû herî kêm serbazekî Iraqî hat kuştin

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Li Xurmatû herî kêm serbazekî Iraqî hat kuştin
Li bajarokê Xurmatû di êrişa terorîstên DAIŞê de herî kêm serbazekî Iraqî hat kuştin.

Berpirsê polîsê Xurmatû, Husên Elî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê li devera Hilêwe ya bajarokê Xurmatû êrişî hêzên Iraqî kirin.

Wî efserê polîs da zanîn, di wê êrişê de serbazek hat kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.

Bi gotina wî berpirsê polîs, terorîstên DAIŞê piştî êrişê reviyan û hêzên ewlehiyê jî li dijî wan dest bi operasiyonê kirin.

Basnews
Top